Ji Brîtanyayê hişyariya Iraqê bo hemwelatin: Neçin!

29 rêbendan 2026 19:44

Wezareta Derve ya Brîtanyayê welatiyên xwe hişyar kir ku ji ber gefên berdewam ên ewlehiyê li sînoran geştê bo Iraqê nekin.

Ji Brîtanyayê hişyariya Iraqê bo hemwelatin: Neçin!
Nivîskar: Salih Turan

EuronuNews- Di hişyariya Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihandiye ku bi ti awayekî geştê nekin navçeya Curf Sexir li parêzgeha Babilê, herwiha ji bo çend parêzgehên din ên wekî Nînowa, Selahedîn, Kerkûk û piraniya navçeyên li Diyala û Enbarê û taxa Sedr City li Bexdayê.

Hate diyarkirin ku ji deverên di nav pênc kîlometreyan de ji sînorên Iraqê yên bi Îran, Erebistana Siûdî û Kuweytê dûr bikevin.

Wezaretê got ku mecbûr nebin neçin Bexdayê, piraniya parêzgehên Besrayê û çend parêzgehên din ên başûr û navendê.

Hêjayî gotinê ye, ev hişyarî piştî gefên Amerîkayê bo êrîşkirina ser Îranê hatiye dayîn.