Ji bo malbat û wesiyeta qurbanên pevçûnê 100 kîlo zêr hate dayîn

09 nîsan 2018 04:46
Ji bo malbat û wesiyeta qurbanên pevçûnê 100 kîlo zêr hate dayîn

PeyamaKurd - Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) 100 kîlo zêr da hikûmeta Kolombiyayê ku ji bo malbat û wesiyeta qurbanên pevçûnê bê xerckirin.

Rêxistina ku piştî lihevkirina bi hikûmetê re dest bi siyasetê kiribû li gor peymana aştiyê hebûna di destê xwe de teslîm dike.

Pastor Alapeyê ku yek ji rêvebirê berê yê FARCê ye daxuyand wan 100 kîlo û 166 gram zêr daye hikûmetê ku ew ji bo qurbanên pevçûnê bê xerckirin.

Rêxistinê di 20ê adarê de 19 kîlo zêr, beriya wê jî 156 kîlo zêr teslîm kiribû. Bi vî 100 kîloyî ve bi tevahî 256 kîlo zêr hat teslîmkirin.

Dewlemendiya FARCê 320 milyon dolarî zêdetir e û rêxistinê par di meha tebaxê de ev ji raya giştî re eşkere kiribû.