Ji bo albûma nû ya Ednan Kerîm bermayeke taybet hat sazkirin
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Ednan Kerîm albûma xwe ya nû ya bi navê "Şewba" bi civîneke rojnamevanî û bernameyeke taybet da naskirin.
Bernameya danasîna albûma Ednan Kerîm li Salona Sînema Salîm a Silêmaniyê bi civîneke rojnamevanî û beşdariya gelek kesan hat kirin.
Di albûma ‘Şewba’ de sê goraniyên bi navê Giryanî Nîwey Şew, Êşq û Azadî û Ezîzim-Gomî Xwên ên ji helbesteke Hêmin Mukiryanî pêk tên.
Ednan Kerîm di bernameya danasînê de got, divê albûm tevî li navendên CDyan li pirtûkxaneyan jî bên firotin.
Herwiha di bernameyê de derbarê albûmê de kurtefîlmek jî hat nîşandan û Ednan Kerîm paşê albûmên xwe ji bo hunerhezan îmze kirin.
Hat zanîn ku album li welatê Çekya (Çîk) hatiye amadekirin, muzîka stranan ji aliyê Orkestraya Niştîmanî ya Çekya hatiye çêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin