Kerîm: Divê hêzeke taybet ya leskerî ji nîstecihên Sengalê bê avakirin

28 tîrmeh 2020 13:41
Kerîm: Divê hêzeke taybet ya leskerî ji nîstecihên Sengalê bê avakirin

PeyamaKurd – Serokê Enstîtuya Kurda ya Washînton û Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmettîn Kerîm, li ser hebûna hezeke leşkeri li Şengalê diyar kir, divê ji nîştecihên Şengalê hêzek bê avakirin.

Di paneleke ji aliyê Enstîtuya Kurda ya Washîntonê bi tevlîbûna diplomatên Amerîkî pêk hat de, Serokê Enstîtuya Kurda ya Washingtonê Necmettîn Kerîm da zanîn, milîsên li Şengalê rola Êzîdiyên li Şengalê qels dikin û dixwazin Êzîdiyan parçe bikin.

Kerîm di axaftina xwe de got, mîlîsên Şengalê dixwazin zextan li ser Herêma Kurdistanê çekin. Ji bo ev rewş bi dawî bibe, herwiha li herêmê rageşiyên leşkeri û siyasî bi dawî bibin, divê hêzke taybet ji nîşteciyên Şengalê bê avakirin.

Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser 70, 80 yekîniya Pêşmerge û got, pêwîst e bi sîstema serbazî ya bi xurtî bê kirin û li gor yasayeka pêşkevtî bikar bibe, heya dawî li dabeşkarina di nav hêza pêşmerge de bê.