Ji birayê Abdullah Ocalan serdana cejnê bo Îmraliyê
05 hezîran 2019 17:18
PeyamaKurd - Birayê Serokê PKKê yê li Girava Îmraliyê zîndankirî Abdullah, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên ligel wî dimînin, ji bo hevdîtina cejna Remazanê çûn Îmraliyê.
Mehmet Ocalan, birayê girtiyê PKKyî Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ligel hevdu îro ji bo serdana xizmên xwe çûn Girava Îmraliyê.
Hat zanîn ku Mehmet Ocalan, roja Înê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daye daku hevdîtina cejnê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re bike.
Mehmet Ocalan herî dawî 12ê Çileya 2019an li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Komîsyon wê bi rojeva "serdana Ocalan" bicive
05 mjd 2025
Cîhan
Di cejnê de 76 hezar û 654 gestiyaran serdana Hewlêrê kir
02 nsn 2025
Jiyan
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê pistî serdana Ocalan ji Îmraliyê vegeriya
24 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin