Ji ber teqînên li Çiyayê Agirîn Fuegoyê 75kes mirin

08 hezîran 2018 04:03
Ji ber teqînên li Çiyayê Agirîn Fuegoyê 75kes mirin

PeyamaKurd - Hejmara kesên ku ji ber teqînên li Çiyayê Agirîn Fuegoyê yê li Guatemalayê mirin gihîşte 75an.

Di daxuyaniya Enstîtuya Zanistên Edlî ya Neteweyî da hat diyarkirin ku hetanî nika cesedê 75 kesî dîtin, 192 kes jî windabûyî ne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku îro jî li çiyê teqîn çêbûn, ev jî bû sedema tirsê û xebatên lêgerîn û xilaskirinê hinekî bi derengî ketin.

Roja yekşemê li Çiyayê Agirîn Fuegoyê ku bi qasî 40 kîlomêtreyî li başûrê rojavayê Guatemala Cityya paytext e teqîn çêbibû û agir ji çiyê pekiyabû û ji ber vê jî gundiyên El Rodeoyê xaniyên xwe terk kiribûn. Tê texmînkirin ku di dema teqînê da gelek kes şewitîn û mirin.

Gelek kesên ku di teqînan da birîndar ketin jî hatibûn dermankirin û ji 3 hezar û 200î zêdetir kes hatibûn texliyekirin.

Tê gotin ku kêmzêde 1,7 milyon kes di bin tesîra teqîna çiyayê agirîn da man.