Ji ber germa zêde zêdetirî 2 hezar dewar telef bûn
20 hezîran 2022 02:47
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Kansas a Amerîkayê ji ber germa zêde ya havînê û ritûbeta hewayê, herî kêm 2 hezar dewar telef bûn.
Li gorî daxuyaniya Beşa Tenduristî û Jîngehê ya Eyaleta Kansasê, ji ber germa zêde, ritûbetê û herwiha nebûna bayê zêdetirî 2 hezar dewarên xelkê yên ji bo goşt xwedî dikirin telef bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku ew ji bo îmhakirina wan dewarên telef bûne alîkariya xwediyên dewaran dikin. Hat zanîn ji ber zêdebûna pileya germê bi rêjeya 10-15an ji nişka ve, ew dewar telef bûne.
Li Kansasê du qat zêdetirî nifûsa mirovan dewar têne xwedîkirin û pêwîstiya wan bi cihên hênik heye ku zêdebûna pileya germê metirsîyeke mezin li ser wan çêdike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
UNHCR: Zêdetirî 100 hezar kes koçber bûn
26 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin