Ji ber êrîsa ser Dêra Santa Maria 34 kesan sandin dadgehê

02 sibat 2024 03:24
Ji ber êrîsa ser Dêra Santa Maria 34 kesan sandin dadgehê

PeyamaKurd - Ji ber êrîşa çekdarî ya ser Dêr a Santa Maria ya navça Sariyer a Îstenbolê 34 kes di bin çav de mabûn. Ji wan 34 kesan 13 kes bi gumana ‘endamtiya rêxistina terorê’ û 21 kes jî bi tewana ‘endamtiya rêxistina terorê û hem kuştina mirovî’ ji bo bên ceza û zîndanîkirin, wan şandin dadgeriya silh-cezayê ya nobedar.

Di 28ê meha borî de bi çekan êrîş biribûn ser dêra Santa Maria û di dêrê de Tuncer Cihan hatibû kuştin. Di heman rojê de hêzên asayîşê 60 kesan xistibû binçav, ji wan 26 kesan çandibûn navenda paşdeşandinê ya koçberan û 34 kes îro piştî îfadên wan li baregeha asayîşê sitendin, wan şandin edliyê.