Gumanbarên êrîsa dêra Santa Maria hatin desteserkirin: Yek Tacik e, yek jî Rûs e!

29 rêbendan 2024 15:48
Gumanbarên êrîsa dêra Santa Maria hatin desteserkirin: Yek Tacik e, yek jî Rûs e!

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li ser êrîşa dêra Santa Maria ya Stenbolê ku doh 28ê Çile dema merasîma olî rastî êrîşeke çekdarî hat û kesek hatibû kuştin, daxuyanî da.

Yerlîkaya ragihand ku tevaya rojê hêzên ewlehiyê bi ser 30 navnîşanan de girtine û 47 kes hatine binçavkirin.

Wezîrê Tirk got ku herî dawî derengiya şevê jî bi ser malekê de hatiye girtin û herdu kesên êrîş kirine jî hatine desteserkirin ku yek ji hemwelatiyê Tacikistanê ye û yê din jî Rûs e.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku ew dinixînin ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.

Li aliyê din li ser medya civakî jî hatiye ragihandin ku medya DAIŞê Amaqê berpirsiya êrîşa ser derê ya Stenbolê li xwe girtiye.