Ji Amerîkayê daxuyaniya ‘guhertina doktrîna nukleerî’ ya Îranê

14 gulan 2024 22:03
Ji Amerîkayê daxuyaniya ‘guhertina doktrîna nukleerî’ ya Îranê

PeyamaKurd – Li ser daxuyaniyên Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminey ên wekî, “Ger pêwîst bike em ê doktrîna xwe ya nukleerî biguherînin. Em dikarin di demek kurt de bibin xwediyê bombeya atomî” Amerîkayê bertek nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, li ser daxuyaniya Yekşema borî ya şêwirmendê Xaminey got, “Wê Biden û Blinken destûrê nedin Îran bibe xwedî çekên nukleerî”.

Patel herwiha ji rojnamevana Îranî ya navnetewî Samira Gharaei re diyar kir, “Em hê jî vê yekê dinirxînin ku Îran neketiye nav çalakiyeke ceribandina alaveke nukleerî.”

Patel li ser mijara gihîştina Îranê ya asta dewleteke nukleerî jî got, “Em bawer nakin ku Îranê biryar dabe bernameya nukleerî ya çekan dewam bike. Rêyên me yên pêwendiyê hene, di vê mijarê de naxwazim şîroveyekê bikim.”

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî ragihand ku doktrîna Îranê ya nukleerî neguheriye.