Ji Amerîka daxuyaniya Singalê: Pêvajoya asayîbûnê bi xemsarî dimese!
PeyamaKurd - Konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Şingalê daxuyaniyek belav kir û got, aloziya li Şingalê bandoreke xirab li ser perwerdehiyê kiriye û pêvajoya asayîbûna rewşê jî gelekî bi xemsarî bi rê ve diçe.
Di daxuyaniya îro Yekşemê 30yê Cotmehê hatiye belavkirin de, Konsulxaneya Giştî ya Amerîka ya li Hewlêrê dibêje: “Li Şengalê polên xwendinê gelekî qelebalix in û alav û pêdiviyên xwendinê jî tune ne. Pêşxistina perwerdeyê yek ji karên herî sereke ye ji pêkhateyên Şingalê re.”
Li ser hevkariyên Amerîka yên ji bo Şingalê hatiye gotin: “Dezgeha Pêşketina Navdewletî ya Dewletên Yekbûyî (USAID) herî dawî bi saziya STEP ji bo pêşxistin û perwerdehiyê karekî hevbeşî kirin da ku 2 hezar maseyên xwendinê li Şingalê çak bikin û 22 kesên herêmê ku di nav wan de gelek jin jî hene wî karî dikin.”
Konsulxaneyê diyar kiriye, “STEP ji nêz ve bi Wezareta Perwerdeyê re kar dike ji bo belavkirina maseyan li 31 dibistanên herêma Şingalê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di Cotmeha 2020ê de di navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de, bi çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê hatibû îmze kirin ku xalên girîng ên rêkeftinê; vekişîna hemû hêzên çekdar ên neyasayî ji Şingalê, dabînkirina aramî û ewlehiyê, avadankirin û vegerandina koçberan û destnîşankirina qeymeqamekî nû ye.
Herî dawî serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di karnameya hikûmeta xwe de daye zanîn ku divê ewlehî û aramî li navçeya Şingalê bê vegerandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin