Ji 7ê Cotmehê heya niha desteka herî mezin ya bi 61 TIRan sandin Xezzayê

26 mijdar 2023 00:15
Ji 7ê Cotmehê heya niha desteka herî mezin ya bi 61 TIRan sandin Xezzayê

PeyamaKurd – Heyva Sor ya Fîlîstînê ragihand ku ji 7ê Cotmehê heya niha desteka herî mezin ya çûye Xezzayê bi 61 TIRan alîkarî hatiye şandin û alîkarî gihaye parêzgehên bakûr jî. Di daxwuyaniya Heyva Sor ya Filistinê de hat gotin:

“Ji deriyê Refahê û depoyên Heyva Sor yên Filistinê yên başûr 61 TIR ku heya niha alîkariya herî mezine, xida, derman û alavên tibî dibin Xezzayê. Konwoya alîkariyê diçe Xezzayê û deverên bakûrê Filistinê.”