Ji 5 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara qedexeya kestiyên rûsî
18 nîsan 2022 21:32
PeyamaKurd – 5 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di çarçoveya sepandina dorpêçên ser Rûsyayê de, biryara girtina benderên xwe ji keştiyên rûsî re dan.
Hat ragihandin ku welatên endamên YEyê Îtalya, Belçîka, Estonya, Bulgaristan û Romanya di çarçoveya pakêta nû ya dorpêçên ser Rûsyayê de, benderên xwe ji keştiyên Rûsî re qedexe kirin.
Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak jî ragihandibû ku wê ji 17 Nîsanê pê de welatên navborî benderên xwe ji keştiyên rûsî re bigirin.
Andriy Yermak gotiye, qedexeya benderan ne tenê ji bo keştiyên bi ala Rûsî ne, herwiha keştiyên Rûsî yên ala xwe guhertine jî di çarçoveya qedexeyê de ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Borrell wê ji bo Ukraynayê bang li welatên Yekîtiya Ewropayê bike
10 mjd 2024
Kurdistan
Yekîtiya Ewropayê, bertek nîsanî biryara wan welatan da
17 nsn 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin