Jerusalem Post: ‘Trump bi ser bikeve wê Siûdî rêkeftina bi Îsraîlê re ragihîne’

26 cotmeh 2020 00:21
Jerusalem Post: ‘Trump bi ser bikeve wê Siûdî rêkeftina bi Îsraîlê re ragihîne’

PeyamaKurd – Piştî rêkeftinên welatên ereb Îmarat, Bahreyn û Sûdanê bo asayîkirina têkiliyan bi Îsraîlê re, Erebistana Siûdî jî di dorê de ye. Serokê Amerîka Donald Trump dema ragihandina rêkeftina Îsraîl-Sûdanê gotibû, herî kêm 5 welatên din ên erebî wê rêkeftinên aştiyê bi Îsraîlê re bikin.

Malpera Îsrael (The Jerusalem Post) ragihandiye, Rêveberê Ajansa Îstixbaratê û Rêveberê Operasyonên Taybet ên Îsraîlê (Mossad) Yossi Cohen di civîneke girtî de behsa asayîkirina pêwendiyên bi Erebistana Siûdî re kiriye û gotiye:

"Siûdî li bendê ne ku encamên hilbijartinên Amerîkayê bêne ragihandin, da ku pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re weke diyariyekê pêşkêşî serkeftiyan bikin."

Rêveberê Mossadê daye zanîn, heger Donald Trump serokatiya Amerîkayê ya sala 2020an bidest bixe, dibe ku Siûdî yekser asayîbûna pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re ragihîne, lê heger Joe Bîden namzetê Demokratan bi ser bikeve, Erebîstana Siûdî tevî ku dixwaze bi Îsraîlê re peymanekê çêbike jî, lê dê ji bo demeke nediyar bimîne.

Li gor The Jerusalem Postê, asayîkirina pêwendiyên di navbera Siûdî û Israîlê de, rêkeftina çekan vedihewîne.