Jerusalem Post; Tankên Îsraîlê ketin nav axa Sûriyê

15 cotmeh 2024 01:47
Jerusalem Post; Tankên Îsraîlê ketin nav axa Sûriyê

PeyamaKurd – Îsraîl her diçe êrîşên xwe yên li ser Hîzbûllah a Lubnanê û hevkarên wê zêdetir dike. Îro jî rojnama Jerusalem Postê ya Îsraîlê ragihand ku 2 tankên Îsraîlê sînorê Sûriye-Yairayê derbas kirine û li başûrê parêzgeha Kuneytrayê li gundê Kuzlayê bicîh bûne.

Hat gotin ku bi îhtîmaleka mezin ji bo ji nav Sûriyê êrîşê nebin ser axa Îsraîlê, tankên Îsraîlê derbas bûne. Duhî hukumeta Sûriyê ragihandinbû ku hêzên Îsraîlê derbasî axa Sûriyê nebûne.