Jeremy Hant: Brîtanya sanaziyê bi pêwendiya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re dike.

21 hezîran 2019 12:56
Jeremy Hant: Brîtanya sanaziyê bi pêwendiya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re dike.

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Jeremy Hant, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mesrûr Barzanî kir ku bo avakirina hikmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatiye erkdarkirin û di wê peyamê de wezîrê brîtanî got, Brîtanya şanaziyê bi pêwendiya dîrokî ya ligel Herêma Kurdistanê dike.

Hant di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ku arsteyî Mesrûr Barzanî kiriye, dibêje: “Şanişîna Yekgirtî şanaziyê dike bi wê pêwendiya dîrokî ya ku bi Herêma Kurdistanê heye re û di şerê DAIŞê piştivaniya xelkê Iraqê û Kurd kiriye.

Di wê peyamê de, Wezîrê Derve yê Birîtanyayê tekez dike li ser karkirinê li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê û dibêje: “Em pêbend in bi karkirinê li gel we û hikumeta we ji bo avakirina aştî, xweşguzeranî, çaksaziya aborî û hikumeteke bi bandor.”

Di peyamê de ev jî hetiye: “Em piştevaniya hebûna pêwendiyeke baş dikin di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Hêviya serkeftinê ji te re dixwazim.”