Îzmîr | Di êrîsa ser avahiya HDPê de xebatkara partiyê hat kustin

17 hezîran 2021 16:30
Îzmîr | Di êrîsa ser avahiya HDPê de xebatkara partiyê hat kustin

PeyamaKurd – Hin kesekî nasnameyan wî nediyar, agir bi avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê xist û li avahiyê wezîfedarek HDPê qetil kir.

Navenda Giştî ya HDPê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û da zanîn, kesekê bi çekê êrîşî avahiya wan kiriye. Êrîşkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDPê ya Îzmîrê xist, li avahiyê wezîfedarek HDPê qetil kir. 

HDP diyar dike: “Li Îzmîrê kesek bi çekdar bi ser avahiya partiya me de girtiye û daye ber agir. Di hundirê avahiyê de, hevalek me yê wezîfedar heye. Kiryar û teşwîqkerên êrîşê jî diyar in. Hikûmet û teşwîqkar dê ji her encameke neyînî ya bûyerê berpirsiyar bin.”

Êrîşkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDPê ya Îzmîrê xist, wezîfedarek HDPê dîl girt û ew qetil kir. Cîgirê Serokê Koma HDPê Sarûhan Olûç ji Medya Haberê ragihand ku di êrîşê de hevalek wan hatiye qetilkirin. 

Parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Murat Çepni jî destnîşan kir, kesa hatiye qetilkirin navê wê Denîz e.