Ji HDPê daxuyanîya êrîsa Îzmîrê: Partiya me hedef hat nîsandan!

17 hezîran 2021 17:14
Ji HDPê daxuyanîya êrîsa Îzmîrê: Partiya me hedef hat nîsandan!

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser êrîşa dijî avahiya wan a li Îzmîrê ku jineke xebatkara wan tê de hate kuştin û agir bi avahîyê hat xistin daxuyanî da.

Buroya çapemeniyê ya HDPê ragihand, “Piştî ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew wek hedef nîşan daye û ji bo provakasyonan berê hinek malbatan daye avahiyên wan ew êriî hatiye.”

HDPê diyar kir, îro Pêncşemê li saet 10.30 avahiya li Îzmîrê rastî êrîşê hat û karmenda me ya bi navê Deniz Poyraz hate kuştin.

HDPê doza kobaniyê ku doh komek malbatan provokasyon li dadgehê kir bibîr xist û bal kişand ser ku berê hinek kesan dane ser avahiyên wan ku îşaret pê kir, berpirsên encamdana êrîşan deshilatdariya Tirkiyê û Wezareta Navxwe ye.

Li ser bûyerê parêzgariya Îzmîrê jî da xuyakirin ku êrîşkar hatiye girtin û hat gotin, kesê êrîşan bi navê O. G karmendekî tenduristiyê bûye û dev ji kar berdaye ketiye nav avahiya HDPê û xebatkareke jin a di qata duyem a avahiyê de kuştiye.

Parêzgariyê daye xuyakirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.