IYI Partiyê, li ser Hilbijartinên Herêmî daxuyanî da
PeyamaKurd- Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu, li ser Hilbijartinên Herêmî yên ku dê sala pêş li bajarên bakur û Tirkiyeyê bên kirin, daxuyanî da.
Kurşat Zorlu di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca siyasî ya partiya xwe û got, “Helbet hevkariya hilbijartinê rastiyeke siyasetê ye. Lê armanca sereke ya IYI Partiyê ew e ku kadro û siyaseta xwe bigihîne miletê me.”
Piştî Hilbijartinên Giştî yên li Tirkiyeyê hatin kirin, di nav IYI Partiyê de jî pêvajoya “hesabkirina navxweyî” û “nirxandinê” berdewam kir û xebatên hilbijartinên herêmî geş bûn. Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener xwe amade dike ku di 101emîn salvegera Hemleya Mezin a 26ê Tebaxê de li Afyonkarahîsarê dest bi civînên herêmî bike.
Zorlu got, "Rêkirin û pêşniyazên rêxistinên me û nêrînên hevpar ên lijneyên me yên rayedar dê di nexşerêya me de bibe diyarkerê herî girîng.
Ji bo hevkariya hilbijartinê ne lêkolînek û ne jî rojeva me heye. Di vê qonaxê de nirxandinên ku dibêjin ÎYÎ Partî dê bi vî yan wî re tifaqê bike, li derveyî partiya me ye û tu eleqeya me bi vê yeke nîn e."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin