Îtalya dest danî ser malen 2 olîgarkên Rûsya
PeyamaKurd – Dewleta Îtalyayê li jîngeha gelek luks ya li qerexê gola Gardayê ya li Portofinoyê, dest danî ser malên an ku heyiyên 2 olîgarkên Rûsya yên li Sirmione û payîtext Romayê. Li gor ragihandina rêxistina polîsên malî yên Îtalyayê Guardia di Finanzayê; serokê berê yê şîrketa enerjiyê yê Rûsyayê Rosneftê Eduard Khudainatov ku li kenarê derya Liguryayê li Portofinoyê malikaneyekî wî heye û her weha li Romayê mulkekî wî û erebeyekî wî heye, dest danîne ser.
Piştî îşxala Rûsyayê ya Ukraynayê Yekîtiya Awrûpayê Khudainatov xist nav lîsta dorpêçan û heyiyên wî li dora 57 mîlyor Euroye.
Di gulana borî de car din polîsê Îtalyayê dest danîbû ser yateka Khudainatov ku di medyayê de hat gotin têkiliya yatê bi Putin heye û bihayê wê li dora 700 mîlyon dolariye.
Oligarkê dinê jî ku polîsê Îtalya dest daniye ser malê wî Grigory Berezkine ku serokê sermaya taybet ya Rûsyayê yê Grûba ESN ye. Li qerexê gola Gardayê mulkekî wî heye ku bihayê mulk li dora 15 mîlyon Euroye.
Heya niha li Îtalyayê dewletê dest daniye ser 1,7 mîlyar Euroyê olîgarkên Rûsya.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin