Dewletê dest danîn ser mal û milkê şaredarê berê
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê “bertîl”ê de dewleta Tirkiyeyê dest danî ser mal û milkê Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Antalyayê Muhîttîn Bocek.
RûpelNews - Hat ragihandin ku, di çarçoveya lêpirsîna “bertîl”ê de dewletê dest danî ser mal û milkê Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Antalyayê Muhîttîn Bocek, kurê wî Mustfa Gokhan Bocek û bûka wî Zuhal Bocekê.
Wekî beşek ji lêpirsîna ku ji aliyê Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê ve tê birêvebirin, mal û milkên Muhîttiîn Böocek, Mustafa Gokhan Bocek û Zuhal Bocek bi tohmetên 'wergirtina bertîlê, peydakirina bertîlê, îskat û şûştina sermayeyên ji sûc bi dest xistî' hatin desteserkirin.
Lêpirsîn
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê ve li ser îdiayên ku Muhîttîn Bocek, yê ku ji posta xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê hatibû îxrackirin, di çarçoveya berbijêriya xwe de "rîşwet" pêşkêş kiriye, hatibû destpêkirin, biryara girtinê ji bo sê gumanbaran, di nav de bûka wî Zuhal Bocek, hatibû derxistin.
Di vê çarçoveyê de, Zuhal Bocek û du gumanbarên din di 30ê Nîsanê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
