Dest danîn ser mal û milkên Ragip Zararkolu

25 berfanbar 2019 14:49
Dest danîn ser mal û milkên Ragip Zararkolu

PeyamaKurd - Dest danîn ser mal û milkên weşanger û nivîskar Ragip Zararkolu.

Li Stenbolê doza serekî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hat dîtin ku tê de 205 siyasetmedarên Kurd têne darizandin.

Di wê dozê de biryar hat dayîn ku dest deynin ser mal û milkên aktîvîst, weşanger û rojnameger Ragip Zarakolu. Parêzerê Ragip Zarakolu, Şennur Bayboga li dijî biryarê derket û got ev biryar neyasayî û ew vê biryarê nas nakin.

Komeleya Mafê Mirovan (IHD) derbarê biryarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev birayr neyasayî ye û biryar şermezar kir. IHD destnîşan dike ku di Yasaya Muhakeme û Cizayan (CMK) de destwerdan û tevdîreke bi vî rengî tune ye û divê tavilê ev biryar were daxistin.

Ragip Zarakolu, 4ê Cotmehê di çarçoveya doza KCKê de hatibû desteserkirin.

Ragip Zarakolu di sala 1948an de li Stenbolê ji dayîk bûye. Damezirînerê Weşanên Belgeyê û yek ji damezirînerê Komeleya Mafê Mirovan (IHD) ye. Zarakolu demek dirêj di rojnameya kurdan a bi navê Ozgur Gundemê şêwirmendî û nivîskarî kiriye. Zarakolu li Tirkiyê û li asta cîhanî gelek xelatên nivîskarî û azadiya fikrî wergirtine.