Îsveç vê carê îznê neda ku Quranê li ber balyozxana Tirkiyê bisewitînin

09 sibat 2023 02:32
Îsveç vê carê îznê neda ku Quranê li ber balyozxana Tirkiyê bisewitînin

PeyamaKurd – Rastgirê tund yê Îsveçî û hem Hollandî Rasmus Paludan berê li ber konsulxaneya Tirkiyê ya Stockholmê Quranê şewitandibû û hêzên asayîşa Îsveçê jê de dengê xwe nekiribûn. Ew bûyer bûbû sedema krîza dîplomasiyê di navbera Tirkiyê û Îsveçê de û hem Tirkiye îznê nedabû ku Îsveç bibe endamê NATO yê.

Vê carê ji bo li ber derê balyozxana Tirkiyê ya Stockholmê Quranê bişewitînin seredanê ji bo îznê kirin lê polîsê Îsveçê bi sedema ewlehiya welatê xwe îznê neda û di mijarê de berdevka polîsê Stockholmê Ola Österling weha ragihand:

“Me bi rêxistina ewlehiya nav hundir bi SAPO re têkiliyê danî. Di demên dawiyê de tehdîdên li ser Îsveçê zêde bûn. Tevgera ku îznê ji bo wê dixwazin li ser ewlehiya Îsveçê tehdîde.”