Îstîxbarata Îranê di îskencê de aktîvîstekî Kurd kust

08 tîrmeh 2023 23:40
Îstîxbarata Îranê di îskencê de aktîvîstekî Kurd kust

PeyamaKurd – Li gor ragihandina rêxistina mafên mirovan Hengawê; aktîvîstê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Mûsa Îsmaîlî ku îstîxbarata Îranê wî xistibû binçav, di îşklencê de hat kuştin. 62 roje ku Îsmaîlî di îşkenca Îtlaata Îranê de ye. Li ser kuştina Mûsa Îsmaîlî rêvebirên îstîxbaratê yên bajarê Ormiyê li malbata Îsmaîlî geriyane û xwestine ku herin cenazê wî ji morga tiba edlî bigrin.

Malbat serdana baregeha hukmî ya Ormiyê dike û îstîxbarat ji malbatê re dibêje ku kurê wan miriye û cenaze teslîmê malbatê nakin. Hem malbatê tehdîd dikin ku taziye daneynin. Mûsa Îsmaîlî (35) xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Pîranşehrê ji gundê Peswe ye. 2 meh berê Mûsa îsmaîlî xistine binçav û hem dest danîne ser ereba wî.

Nehat ragihandin bê sûcê Îsmaîlî çiye lê malbat dibêje ku ew rewşa wî daîma şopandine û di îşkencê de hatiye kuştin.