Îstaxbarata Iraqê: Plana êrîseke ser karwana hevpeymaniyê hat pûçkirin
21 cotmeh 2021 23:42
PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Iraqê ragihand ku êrîşeke li dijî karwana hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê li başûrê bajarê Babilê hatiye pûçkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama pişkîninan û xebata hevpar a ligel Wezareta Navxwe ya Iraqê pêşiya êrîşa ser karwana hevpeymaniya navdewletî hatiye girtin.
Hat diyarkirin ku 3 bombeyên çandî yên li ser pirekê bêyî werin teqandin hatine pûçkirin.
Hêjayî gotinê ye, li Iraqê gelek caran karwanên hevpeymaniya navdewletî rastî êrîşên bombeyî tên ku beriya niha milîsên îranî bi wan êrîşan dihatin tohmetbarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Iraqê bi êrîseke esmanî fermandarekî DAISê kust
08 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin