Îsraîl û Amerîkayê êrîşî Îranê kir!

28 sibat 2026 07:41

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan "li dijî Îranê êrîşeke pêşwext" daye destpêkirin.

Îsraîl û Amerîkayê êrîşî Îranê kir!

RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li seranserê welêt rewşa awarte hatiye ragihandin.

Katz got, "Îsraîlê li dijî Îranê êrîşeke pêşwext pêk aniye ji bo ku gefên li ser xwe ji holê rakeî."

Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku artêşa Amerîka jî dest bi piştgiriya Îsraîlê kir.

Li Îsraîlê rewşa awarte

Artêşa Îsraîlê hişyariyek belav kir û gel arasteyî stargehên xwe kir li hember egera avêtina mûşekan li ser welêt, ku ev yek nîşan dide ku êrîşên li ser Îranê dest pê kirine.

Di daxuyaniyekê de, artêşê ji sivîlan xwest ku "ji ber rewşa ewlehiyê" stargeha xwe ya herî nêzîk bibînin û xwe ji gerên nepêwîst dûr bixin.

Hat ragihandin ku "hişyariya pêşwext" ji bo amadekirina gel ji êrîşên mûşekî hatiye dayîn.

Ji saet 08.14an ve sîren li seranserê Îsraîlê lê didin û alarmên hişyariyê ji hemû telefonên desta re hatin şandin.

Îran: Em dê bersivê bikin

Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Îbrahîm Ezîzî ragihand ku ew dê bersiva êrîşa Îsraîlê bidin.

Hat îdiakirin ku Îsraîlê rayedarên payebilind ên Îranê kirine armanc.

Televîzyona Kanal 12 a Îsraîlê ragihand ku gelek cihên girêdayî rêveberiya Tehranê li Îranê bûne armanc.

Di raportê de hat gotin ku Îsraîlê pêleke duyem a êrîşan li dijî Îranê daye destpêkirin, di heman demê de radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşan de berpirsên payebilind ên Îranê hatine hedefgirtin.

Di heman demê de, li gorî peyamnêrê AA yê li Tehranê, ji ber êrîşên Îsraîlê li Tehranê êrîş û teqînên nû hatin bihîstin.