Îsraîlê bi Amerîkayê re peymaneke bi nirxê 3.1 milyar dolaran girêda

01 rêbendan 2022 00:08
Îsraîlê bi Amerîkayê re peymaneke bi nirxê 3.1 milyar dolaran girêda

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê bi Amerîkayê re peymaneke bi nirxê 3.1 milyar dolaran a kirîna balafir û helîkopteran îmze kir.

Li gorî ragihandina medyayî wê Îsraîl 12 helîkopterên cûreya Lockheed Martin CH-53K û 2 balafirên tankêr yên cûreya Boeing KC-46 bi 3.1 milyar dolaran bikire.

Hatiye diyarkirin ku ew peyman roja Sêşema borî hatiye îmzekirin û li gorî pêwîstiya Hêzên Asmanî yên Îsraîlê kirîna 6 helîkopterên din jî dikare li peymanê bê zêdekirin.

Li gorî peymanê helîkopter heta 2026an û balafirên tankêr jî heta 2025an radestî Îsrailê têne kirin.