Îsraîlê 1.14 milyar dolar ji rêveberiya Filîstînê re sand
02 berfanbar 2020 23:19
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Îsraîlê fonên Filîstînê bo hesabê bankeya rêveberiya Filîstînê şandine.
Wezîrê Karûbarên Civakî yê Filîstînê Huseyîn eş-Şeyh, piştrast kir ku Îsraîlê pere şandine hesabên wan û li ser medya civakî li ser mijarê got: "Îsraîlê 3 milyar û 768 milyon şekel ango nêzîkî 1.14 milyar dolar temamiya fonan li ser hesabê rêveberiya Filîstînê razandine.”
Hêjayî gotinê ye, 17ê Mijdarê rêveberiya Filîstînê ragihandibû ku pêwendiyên ligel Îsraîlê ji nû ve hatine destpêkirin.
Îsraîl li ser kelûpelên Filîstîn ji derve hawirde dike mehane 188 milyon dolar bacê distîne û ji sedî 3yê wê jî wekî bihayê tehsîlatê distîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
WSJ: Îsraîlê ji bo Durziyan 1 milyar dolar fon veqetand
06 adr 2025
Jiyan
Ji Amerîka bi nirxê 4 milyar dolaran alîkariya leskerî dide Îsraîlê
02 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin