Îsraîl: Xelatek li ser serê Larîcanî hatibû danîn; me ew belaş kir
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar, di derbarê kuştina Ali Larîcanî, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê de axivî û got: "Xelateke 10 milyon dolarî li ser serê wî hatibû danîn. Me ew belaş kir."
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz ragihand ku Ali Larîcanî, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, duh di êrîşeke Îsraîlê de ku Îran di bin armancê de bû, hat kuştin. Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) jî piştrast kir ku Laricanî di êrîşeke li dijî Îranê de bûye armanc.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar di konferanseke çapemeniyê de li Wezareta Derve got ku Larîcanî di bin ambargoyên Amerîkayê de bû û 10 milyon dolar xelat li serê wî hatibû danîn. Sa'ar got, "Me ev yek belaş kir."
Di axaftina xwe de, Sa'ar her wiha ragihand ku Gulam Reza Suleymani, fermandarê Hêza Besîc a girêdayî Supaya Pasdarana Îranê, li gel Larîcanî hatibû kuştin.
