Îsraîl û Lubnan bi navbeynkariya Amerîkayê li hev hatin
Îsraîl û Lubnan bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo agirbesteke berfireh li hev hatin.
RûpelNews - Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê daxuyakirin ku guftûgoyên bi navbeynkariya washingtonê di navbera Îsraîl û Lubnanê de dihatin kirin bi lihevkirinekê hat encamdan. Li gor vê daxuyaniyê bi şerta ku êrîşên Hîzbullahê bi temamî bên rawestandin û hêzên xwe ji başûrê Çemê Litaniyê vekêşîne agirbesteke hat ragihandin.
Her du alî bi serperiştiya Amerîkayê li hev kirin ku artêşa Lubnanê li hin herêmên diyarkirî dê bibe desthilat û kontrola van herêman dê di destê Lubnanê de bibe.
Hat ragihandin ev gavên bên avêtin ji bo peymana aştî û ewlekariyê jî dê bibe bingeh û pêwendiyên Îsraîl û Lubnanê dê tenê ji aliyên her du hikûmetên têkîldar û serdest ve dê bê diyarkirin.
Rayedarên Îsraîl û Lubnanê di 22ê Hezîranê de ji nû ve dê dest bi guftûgoyên siyasî û ewlekariyê bikin, heta wê demê Amerîka dê bibe navbeynkar.
