Îsraîl û Hemas dê îro careke din hêsîran bi hev biguherin
25 rêbendan 2025 14:29
PeyamaKurd – Tê payîn ku Hemas û Îsraîl careke din hêsîran bi hev biguherîn.
Îro roja 7emîn a peymanê ye û li gorî peymanê Hemas dê 4 leşkerên jin ên Îsraîlî berde. Li hember vê yekê jî bendewarî ew e ku Îsraîl 200 girtiyên filistînî berde.
Ji pevguhertina girtiyan ekîbên Xaça Sor çûne Girtîgeha Ofer a di navbera Quds û Ramallahê de ji bo ku girtiyên Filistînî wergirin.
Her weha artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne her 4 endamên xwe yên di destên Hemasê de wergirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Rojhilata Navîn
Artêşa Îsraîlê: Berpirsê darayî yê Hemasê hat kuştin
25 brf 2025
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin