Îsraîl û Amerîkayê li ser Deryaya Spî tetbîqata hevpar a leskerî pêk anî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên esmanî yên Îsraîl û Amerîkayê li ser Deryaya Spî tetbîqata leşkerî ya hevpar li dar xist. Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku piştî êrîşa Hwmasê ya di 7ê Cotmeha 2023yan de hêzên esmanî yên Îsraîl û Amerîkayê cara ewil li ser Behra Spî tetbîqat kirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku tetbîqata hêzên hewayî ya ku ji aliyê stratejîk ve ku di bin siya guhertin û gefan de li Rojhilata Navîn hatin lidarxistin, ji bo Îranê peyamek e.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di tetbîqata hevpar de bi dehan balafirên şer, firokeyên sotemeniyê û bombeavêjên stratejîk beşdar bûne, lê derbarê dema tetbîqatê de agahî nehat dayîn.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî heta niha der barê vê mijarê de daxuyaniyek nedaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin