Îsraîl referandûma li ser axa Ûkraynayê nasnake
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îsraîlê ragihand ku wê referandûma Rûsyayê ya li ser axa Ûkraynayê nasneke.
Îro bertekekî ya li dijî referandûma Rûsyayê ya li ser axa Ûkraynayê, ji aliyê Îsraîlê de hat nîşandan. Rûsya li deverên ser axa Ûkraynayê li ser Zaporijya, Herson, Donetsk û Luhanskê referandûmê çêkir û li gor ragihandina Rûsyayê; di referandûmê de Rûsya bi ser ketiye.
Wezareta karên derve ya Îsraîlê ragihand ku referandûma li ser axa Ûkraynayê hatiye kirin nasnake, Îsraîl li ax û desthilata Ûkraynayê rêz digre û wê encamên referandûmê nasneke.
Li gor anketên referandûmê; li Zaporijya %97,74, li Donetsk û Luhanskê %97, li Hersonê %87 deng hatine bikaranîn û Rûsyayê destek kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin