Îsraîlê pêsniyara agirbestê ya Misrê qebûl kir

28 cotmeh 2024 22:08
Îsraîlê pêsniyara agirbestê ya Misrê qebûl kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê piştî danûstandinên navbeynkariyê pêşniyara agirbeseta du rojan a Misirê di navbera Îsraîl-Hemasê de qebûl kir.

Berpirsekî Îsraîlê daye xuyakirin, atmosfera danûtandinên Dohayê yên li ser agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de erênî bû û got, wê di rojên bê de civînekê li ser mijarê li dar bixin.

Berpirsê ku navê xwe eşkere nekiriye ji Kanala 12 a Îsraîlê re ragihand ku şandên beşdar lêkolînên fireh dikin û pêşniyara Misrê ya danûstandinan li ber çavan digirin.

Hêjayî gotinê ye, doh, serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ragihandibû ku Misrê peşniyaznameyeke agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ji bo 2 rojan pêşkêş kiriye û li gorî wê planê, 4 girtiyên Îsraîlî li hemberî çend girtiyên Filistînî têne berdan.

Herwiha Sîsî di civîneke ligel hevpîşeyê xwe yê Cezaîrî li Qahîreyê diyar kiribû ku armanc ji pêşniyaznameyê agirbest pêk were û nerazîbûna xwe ji bo koçberkirina Filistîniyan ji Xezeyê nîşan dabû.