Îsraîl li hemberê êrîsên Îranê li du welatan radaran danîn

11 hezîran 2022 21:13
Îsraîl li hemberê êrîsên Îranê li du welatan radaran danîn

PeyamaKurd – Kanala televîzyonê ya Îsraîlê Kanal 12 ragihand ku Îsraîlê ji bo li hemberê êrîşên fuzeyên Îranê tedbîr bistînin, li welatên Îmarat û Bahreynê sîstema radarê ava kiriye. Sîstemên navborî di wexta ku Îran di ser seha Iraqê de, çend meh berê xwest bi dronan êrîşan bibe ser Îsraîlê, ber li wan fuzeyan hat girtin û derket ortê ku sîstem baş bikêr tê.

Heman televîzyona Îsraîlê got ku; Amerîka xwe amade dike da rêxistinekî hevkariyê ava bike ku di nav wan welatên Ereb de hinek welatên Ereb hene ku têkiliya wan bi Îsraîlê re qet tine û rêxistin li hemberê Îranê ye.

Her weha rojnama Amerîkî ya bi navê Wall Street Journal ragihand ku endamên ji partiya komarî û demokratan ji bo “Îsraîl û hinek welatên Ereb karibin xwe li hemberê tehdîdên Îranê biparêzin û bên entegrekirin”, reşbelekekî qanûnê pêşniyar kirine.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, hefteya borî bi seredanekî ku nedihat texmînkirin, çû Îmaratan û bi Emîrê Îmaratan bi Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan re hevdîtin kiribû.