Îsraîlê ji ber êrîsên Îranê welatiyên xwe hisyar kir ku neçin wan welatan
PeyamaKurd – Îsraîlê piştî gefên Îranê yên li ser kuştina zanayê atomî Muhsîn Fexrîzade ku roja Îna derbasbûyî li nêzîkî Tehranê hatibû kuştin, hişyarî da welatiyên xwe ku serdana hejmarek welatan nekin.
Berpirsên Îranê, Îsraîlê bi kuştina Muhsîn Fexrîzade tohmetbar dikin, lê heta niha Îsraîlê bi fermî ti daxuyaniyek li ser kuştina Fexrîzade nedaye û negirtiye ser xwe.
Encûmena Netewî ya ser bi Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku ji ber gefên van demên dawî yên ji rayedarên Îranê, ew ji wê yekê nîgeran in ku Îran berjewendiyên Îsraîlê bike armanc.
Herwiha ji welatiyên Îsraîlê hat xwestin ku serdana welatên Îmarat, Behreyn, Gurcistan, Azerbaycan, Tirkiye, Efrîqa û Herêma Kurdistanê nekin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin