Îsraîlê li dijî Sûriyê êrîseke hewayî pêk anî!

13 îlon 2024 14:37
Îsraîlê li dijî Sûriyê êrîseke hewayî pêk anî!

PeyamaKurd – Di êrîşên Îsraîlê yên li ser 2 xalên cuda yên Sûriyeyê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Îsraîlê doh êvarê li bajarê Quneytra yê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anî.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyeyê SANAyê de hat ragihandin ku Îsraîl li bajarokê Xan Arnabe bi dronekê li wesayitekê xist û 2 kes mirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşa bi topên Îsraîlê ya li ser bajarokê El Rafîdê de kesek birîndar bû.

Li gorî nûçeya AAyê, artêşa Îsraîlê ragihand ku li Quneytraya başûrê rojavayê Sûriyeyê li dijî 2 kesên çekdar êrîşek hat kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafira şer a Îsraîlê endamê Hîzbûllahê Ehmed El Cebîr kiriye hedef.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin li bajaroka Er-Rafîd a bajarê Quneytrayê kesekî din ê ku hat îdiakirin çekdar e ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat gulebarankirin. Hat îdiakirin ku "Ev çekdar bi hevkarî û talîmata Îranê hewl dida li dijî Îsraîlê kiryarên dijminane pêk bîne."