Îsraîl li 50 hedefên li Sûriyê xist
PeyamaKurd- Xuya dike ku têkiliyên Sûriye û Îsraîlê dikeve pêvajoyeka nû. Dijberiya navbera her dû dewletan her diçe zêdetir dibe. Dibe şerê navbera her sê dewletan ku yek ji wan Îrane, di rojên pêşiya me de geştir bibe.
Do, Îranê ji baregehên xwe yên li Sûriyê 20 roketan avêtibûn aliyê Girên Golanê ku di destê Îsraîl de ye. Di pey vê bûyerê de Îsraîl bersiva wan da û li 50 hedefên Îranê yên ku li Sûriyê ne, xist. Di nava 50 hedefan de îstasyoneka radarê jî heye. Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman ragihand ku Îsraîl hema hema li temamê hedefên Îranê yên ku li Sûriyê ne xistiye. Liberman weha dewam kir:
“Eger li Îsraîlê baran bibare, wê li Tehranê lehî rabe. Em îznê nadin ku Îran Sûriyê bike baregeha xwe ya bereyî. Îran xebitî ku êrîş bibe ser herêma di destê Îraîlê de. Divê vê bêperwabûna xwe bibîr bînin. Hêvî dikim ku ev beş qediyabe û herkes peyamê sitendibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin