Îsraîl: Mosek li Girên Colanê ketin, me jî li Sûriyê xist!

09 nîsan 2023 13:01
Îsraîl: Mosek li Girên Colanê ketin, me jî li Sûriyê xist!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Girên Colanê hatine moşekbaran kirin û wan jî wekî bersiv li Sûriyê xistiye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê saziya weşanê ya fermî KANê ve hatiye belavkirin de, artêşa Îsraîlê gotiye, ‘Ew wekî bersiv li Sûriyê dixin.’

Hat diyarkirin ku 3 moşek ji başûrê Neturê bi ser Avnî Eitan (Girên Colanê) de hatine avêtin ku du ji wan ketine devereke vala û moşeka sêyem jî ji aliyê Kubeya Hesin a Îsraîlê ve hatiye xistin.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî ragihandiye ku îro sibehê artêşa Îsraîlê bi moşekan ji aliyê Colanê ve êrîşî çend xalan li navçeya başûrê Sûriyê kiriye û sîstema berevaniyê hinek ji wan moşekan xistiye.

Artêşa Îsraîlê jî da xuyakirin ku wan êrîşî hinek binkeyên nava axa Sûriyê kirine û komelgeheke leşkerî ya Firqeya Çar, sîstema radar û hinek pêgehên topavêj ên artêşa Sûriyê hatine hedefgirtin.

Hêjayî gotinê ye Girên Colanê ji 1967an ve di bin kontrola Îsraîlê de ye ku artêşa Îsraîlê gelek caran li wê herêmê rastî êrîşên hêzên Hizbûllahê û milîsên îranî tê.