Îro li Rojavayê Kurdistanê 110 kes bi Kovid-19 ê ketin

10 cotmeh 2020 22:07
Îro li Rojavayê Kurdistanê 110 kes bi Kovid-19 ê ketin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku îro 110 kes bi Covid-19 ê ketine û 17 nexweş baş bûne. Di ragihandinê de hat gotin ku 3 kes bi sedema Covid-19 ê wefat kirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Cafer ragihand; îro 110 kes bi Covid-19 ê ketine û ji wan 8 kes li Hesekê, 1 kes li Til Temirê, 13 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrik, 3 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 18 kes li Kobanî, 32 kes li Reqayê, 10 kes li Tebqayê, 13 kes li Minbicê ne.

Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 17 kes jî baş bûne.

Jimara kesên ku heya îro li Rojava bi Kovid-10 ê ketine jimara wan gihaye 2314 kesan, ji wan 555 kes baş bûne û 77 kesan jî wefat kirine.