Iraqê ji bo hilbijartinan daxwaz ji 71 balyozxane û rêxistinên navdewletî kir
PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê daxwaz li 71 balyozxane û rêxistinên navdewletî yên li Iraqê ne kir ku çavdêriya hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bikin.
Berdevkê komîsyonê Cumane Xulay ji ajansa fermî ya Iraqê WAI re ragihandiye, Neteweyên Yekbûyî hejmarek pisporên hilbijartinê şandine Iraqê.
Cumane Xulay gotiye, heta niha wan daxwaz ji 71 balyozxane û rêxistinên navnetewî kiriye ku çavdêriya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê bikin.
Berdevkê komîsyonê bal kişandiye ser ku heta niha 15 milyon dengdêran xwe bi awayê biometrîk tomar kirin û 13 milyon kartên dengdanê jî li ser dengdaran hatiye dabeş kirin.
Hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê 10ê Cotmeha 2021ê birêve diçin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin