Iraqê îsal 12 hezar kesên madeyên hisbir bi kar tînin û bazirganiya wê dikin girtin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiya Iraqê, di 9 mehên borî yên îsal de 12 hezar kesên madeyên hişbir bi kar tînin û bazirganiya wê dikin, girtin.
Amarên fermî yên Wezareta Navxwe ya Iraqê diyar kir, hêzên ewlehiyê îsal 12 hezar kesên madeyên hişbir bikartînin û bazirganiya wê dikin girtine û karîne dest deynin ser mîktareke zêde ya madeyên hişbir.
Îro Rêveberê Beşa Ragihandin û Pêwendiyên Tekoşîna Hember Madeyên Hişbir li Wezareta Navxwe ya Iraqê Eqîd Hîlal Sebhî da zanîn, îsal dest danîne ser 337 kîlo madeyên hişbir û 14 milyon û 300 hezar jî dermanên cuda yên hişbir bi cureya heb.
Herwiha eşkere kir, îsal hêzên ewlehiya Iraqê, 12 hezar kesên madeyên hişbir bi kar tînin û bazirganiya wê dikin li parêzgehên naverast û başûrê Iraqê girtine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin