Iraq xwe ji êrişên dronan diparêze lêbelê Herêma Kurdistanê naparêze
Di şerê Îranê de zêdetirî 800 êrişên dronî û moşekî li dijî Herêmê Kurdistanê pêk hatin û 20 kes şehîd ketin. Iraq ji bo ku xwe biparêze pergala dijîdronan dikire lêbelê Herêma Kurdistanê naparêze.
RûpelNews - Wezîrê Karên Navxwe yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî ragihand ku wan ji bo dabînkirina "pergala dijîdron a bipêşketî" peymanek îmze kiriye. Ebdul Emîr Şemerî eşkere kir ku ew pergal tenê ji bo saziyên Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê ye û Herêma Kurdistanê li xwe nagire.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezîrê Karên Navxwe yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî got:“Me ji bo dabînkirina çend pergalên parastinê yên dijîdron ên bipêşketî li gel Desteya Pîşesaziya Cengê ya Iraqê peymanek mohr kiriye.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Iraqê diyar kir ku ev pergal ji bo parastina saziyên girîng ên wezaretê ye da ku li hemberî her êrişên bi dronan bên parastin.
Dabînkirina pergalê ji bo Herêma Kurdistanê
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman 10ê Adara îsal gotibû ku ew pergal tenê ji bo navçeyên federal nîne û dê ji bo Herêma Kurdistanê jî were dabînkirin.
Lê belê Ebdul Emîr Şemerî îro li ser vê mijarê got, “Ew pergal saziyên Herêma Kurdistanê li xwe nagire.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Iraqê her wiha destnîşan kir ku erkê dabînkirina pergala parastina asmanî ya ji bo Herêma Kurdistanê li ser milê Wezareta Parastinê ye.
