Iraq pistî hêkan makarna û xwêya Tirkiyê jî qedexe dike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dewleta Iraqê piştî hêkan kirîna makarna, şehriye û xwê ji Tirkiyê qedexe dike. Li gorî wê yek, Iraq êdî nahêle makarna û xwê ji Tirkiyê derbasî Iraqê bibe.
Ev demek e hikûmeta Iraqê kirîna hêkan ji Tirkiyê qedexe kiriye. Ji ber wê jî li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê hêk kêm bûne. Ji ber kêmbûna hêkan nirxê wan jî gelekî biha bûye.
Li gorî medyaya Tirkiyê, hikûmeta Iraqê biryar daye makranaya, şehriye û xwêya Tirkiyê jî qedexe bike û êdî nehêle ew kel û pelên xwarinê derbasî Iraqê bibin.
Serokê Komeleya Kargehên Makarna ya Tirkiyê, Abdulkadir Kulahçioglu li ser vê yekê gotiye, piştî wê biryara hikûmeta Iraqê hinartina makarnayê bi temamî hatiye sekinandin. Bi gotina wî bazirganê tirk, Bexdayê ji ber aloziya pêwendiyên xwe û Enqerê, vekirina derfet bo berhemên Îranî û piştevanîkirina berhemên navxweyî biryareke wiha daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin