Iraq: Pereyên dizîn birin Urdun, Lubnan û Tirkiyeyê

13 berfanbar 2022 14:43
Iraq: Pereyên dizîn birin Urdun, Lubnan û Tirkiyeyê

PeyamaKurd Iraqê ragihand, piraniya 2,5 milyar dolarên ku ji banka dewletê hatine dizîn, birine Urdun, Lubnan û Tirkiyê.

Komîsyona Destên Paqij bi daxuyaniyekê diyar kirin, herî zêde 2,5 milyar dolar depoyên Daîreya Bacê ya Giştî birin Urdun, Lubnan û Tirkiyeyê.

Berdevkê Komîsyonê Alî Muhammed daxuyanî da rojnamevanan û got, tevî astengiyên qanûnî jî xebatên ji bo vegerandina pereyên mijara gotinê didomin.

Elî Mihemed da zanîn, ji bilî wan sê welatên ku navên wan hatine eşkerekirin, hinek welatên din jî li herêmê hene ku pereyên Iraqê tê de tên şandin.

Muhammed eşkere kir, saziyên pêwendîdar bi hevkarên xwe yên li van welatan re têkilî danîne û diyar kir, ji bo vegerandina pereyan wê peymana lihevkirinê bê îmzekirin.

Pereyên ku hatine dizîn heta niha di du koman de ji bo Bexdayê hatine vegerandin. Hat ragihandin, bi giştî 317 milyar û 535 milyon dînar (nêzîkî 217 milyon dolar) hatiye vegerandin.

Hikûmetê bi serokatiya Muhammed Şîa Sûdanî soz da ku wê pereyan vegerîne û ragihand, ev yek ji armancên sereke yên hikûmetê ye.

DI 16ê COTMEHÊ DE DERKET HOLÊ

Li Iraqê di 16ê cotmehê de hatibû îdiakirin, 2,5 milyar dolar depoyên Midûriyeta Giştî ya Bacê ji bankayeke dewletê hatiye dizîn. Wezareta Darayiyê ji bo derbarê îdiayan de lêpirsîn bê destpêkirin, ji Saziya Şefafiyê re nameyeke fermî şandibû.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Saziya Şefafiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin, derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê mijarê de sewqî edliyeyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyekê de, roja 26ê Cotmehê, Wezîrê Navxwe Osman Ganîmî ragihand, ku yek ji wan tohmetbaran bi navê Nûr Zuheyr, dema ku dixwest bi firokeyeke taybet bireve derve, li firokexaneyê ji aliyê hêzeke taybet ve hatiye girtin û girtin.