Iraqê mexdûrên DAISê yên Singal û Mûsilê qerebû kir: 101 milyar dînar hat belavkirin

18 mijdar 2024 21:32
Iraqê mexdûrên DAISê yên Singal û Mûsilê qerebû kir: 101 milyar dînar hat belavkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê nêzîkî mexdûrên êrîş û komkujiyên DAIŞê yên li Mûsilê ku piraniya ji navçeya Şingalê ne, bi 101 milyar dînaran qerebû kir.

Serokê Encûmena Asayişa Herêma Nînowayê Mihemed Kakeyî ragihand, “Li Mûsilê di destpêka vê mehê de dayîna yekem beşa mûçeyên mexdûrên êrîşên wêranker dest pê kir.

Piraniya wan qurbaniyan li nav sînorên herêma Şingalê ne. Ji bo vê yekê 101 milyar dînar hatine terxankirin û biryar hat dayîn ku di nava çend rojan de 14 milyar dînarên din jî bên zêdekirin.”

Mihemed Kakeyî got: “Ev pereyên ku niha hatiye dayîn berdewamiya wî pereye ku ji sala 2017an heta 2021an dihat dayîn e.”

Hêjayî gotinê ye, hê jî diyar nebûye bê hejmara kesên mal û milkên wan di êrîşên DAIŞê yên sala 2014an de li Mûsilê zirar dîtine çiqas e û wê çiqas qerebûyê werbigrin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Cîhanê (HRW) eşkere kir ku ew pere ji bo 11 hezar mexdûran hatine dayîn ku ji wan 3 hezar û 500 kes Şingalî ne.