Iraq: Li Sûriyê çekên nû ketin destê DAISê

23 berfanbar 2024 12:19
Iraq: Li Sûriyê çekên nû ketin destê DAISê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku divê li Sûriyê proseyeke siyasî were avakirin û di vê proseyê de berjewendiyên gelê Sûriyê li ber çav bê girtin û eşkere kir, "DAIŞ li Sûriyê bû hêz û çekên nû bi dest xistin."

Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Omanê Bedr el-Busaidî piştî civîna xwe ya li Bexdayê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtina wezîran de têkiliyên her du welatan, gavên ber bi rakirina vîzeya geştiyariyê û geşedanên dawî yên li herêmê hatin nirxandin.

Wezîr Huseyîn di daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew ji bo alîkariya gelê Sûriyeyê û danîna bingehê pêvajoyeke siyasî hewl didin û got, "Divê ev pêvajo hevkariya herêmî bi awayekî xurt bike ku aramiya Sûriyeyê misoger bike û rêz li serweriya wê bigire. Herwiha divê hemû alî beşdar bibin."

Huseyîn diyar kir ku li ser sînorê Sûriye û Iraqê çalakiyên çeteyên DAIŞê zêde bûne û da zanîn, "Em ji zêdebûna hebûna rêxistinên terorî yên wek DAIŞê nîgeran in. Rastiya ku wan çekên nû bi dest xistine, bi taybetî li rojhilatê Sûriyê, rewşeke metirsîdar e."

Wezîrê Derve yê Omaniyê Bedir el-Busaidî tekez kir ku divê hewldanên dîplomatîk ji bo çareserkirina kêşeyên li herêmê bên zêdekirin. El-Busaidî got, "Em bi israr in ku pirsgirêkan bi rêya dîplomasiyê çareser bikin û aramiyê li herêmê pêk bînin."