Iraq li ser sînorên xwe sîstema berevaniya hewayî bi cih dike
06 berfanbar 2022 15:19
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Iraq wê ji Fransayê pergala parastina hewayî bikire û li herêmên sînor bi cih bike.
Alîkarê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî Amirlî ragihand, bicihkirina hêzên federal li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji bo serweriya Iraqê gaveke mezin û girîng e.
Amirlî got: "Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser vê mijarê girîng bûn."
Amirlî da zanîn, tê çaverêkirin beşeke din a sîstema berevaniya esmanî ya ku Iraqê ji Fransayê kiriye û eger hat, wê bi danîna wê li navçeyên sînorî were aktîfkirin.
Amirlî herwiha diyar kir ku Iraq dixwaze sîstemên berevaniyê yên pêşketî ji hin welatên din bikire.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Iraq di 2022yan de sîstema berevaniya asmanî ya pêsketî bicih dike
02 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin