Iraq: Îsê hêzên Tirkiyê li Iraqê nîne, PKK pirsgirêka Tirkiyê ye
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Iraqê Ahmed Sahaf tevlî bernama tv ya Rûdawê bû û got ku êrîşa Zaxoyê artêşa Tirkiyê kiriye û di destê wan de delîl hene. Sahaf, her weha xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji axa Iraqê vekişîne.
Sahaf got bûyer ji aliyê Tirkiyê de di 20 ê tîrmehê de bûye, 9 kes mirine û ji 30 kesan zêdetir birîndar bûne. Di bernamê de Sahaf got ku di destê wan de delîl hene ku Tirkiyê êrîşê kiriye û êrîş aşkeraye. Sahaf weha got:
“Dîplomasiya Iraqê temamê şiyanên xwe civand û ji gelek dewletan destekê sitend. Me, ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî civînekî awarte xwest. Nabe em li bûyerê derbas bibin. Em ê bersivê bidin.
Ti îşekî hêzên Tirkiyê li ser axa Iraqê tine. Her weha bi hukumeta Iraqê re ti koordinasyon tine. PKK pirsgirêka Tirkiyê ye û vê pirsgirêkê xiste (îxracî) Iraqê. Li aliyê dinê divê axa Iraqê ji bo welatekî cîran jî nebe tehdîd.
Me, êrîşên dawiyê yên Tirkiyê nivîsan û em ê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY bikin. Em ê rastiyan nîşan bidin. Wê Iraq li hemberê êrîşkeriyê bêdeng nemîne.”
Li ser pirsa bê ji bo Tirkiye li ser axa Iraqê bimîne gelo di navbera Tirkiyê û Iraqê de peymanekî heye an na de Sahaf weha got:
“Di navbera Tirkiyê û Iraqê de ti peyman tineye. Di navbera Iraq û Tirkiyê de peymana ewlehiyê tine. Ji bo Iraqê bû felaket. Rejîma berê ji bo êrîşa ser PKK ê bi Tirkiyê re lihev kiribû. Lê ew ne peyman bû. Lihevkirinekî bû. Piştî sala 2003 an ti hukumetekî lihevkirinê nasnekir û bicîh neanî. Dê vê carê daxwazên Iraqê normal û ji rêzê nebin, wê gelek sert bin.”
Di 20 ê temmûzê de li bajarê Duhokê li Zaxoyê li gundê Perexê di toprana Tirkiyê de kesên Ereb ku ji bo geştê çûbûn ber avê, ji wan 9 kes miribûn û herî kêm 30 kes birîndar bûbûn.
Qeymeqamê Zaxoyê Mûşîr Beşîr ragihandibû ku temamê kuştî û birîndara ew kes bûn ku ji Iraqê ji deverên cuda çûbûn geştê.
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyn, ji êrîşê Tirkiyê berpirs girtibû.
Rêvebiriya Bexdayê jî ji Tirkiyê xwestibû ku Anakara lêborîna xwe bixwaze û ji axa Iraqê hêzên xwe yên leşkerî vekişîne.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu êrîşa ser sîvîlan qebûl nekiribû û xistibû aliyê PKK ê. Tevî mijara êrîşê hêj germe û wê dewam bike, di 22 yê tîrmehê de artêşa Tirkiyê car din heman deverê topbaran kir û weka ku Iraqê di mijarê de bê minnet kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin