Iraq | Bombe bi karwana hevpeymaniya navdewletî de hat teqandin

23 rêbendan 2021 00:59
Iraq | Bombe bi karwana hevpeymaniya navdewletî de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li başûrê bajarê Nasiriyê bombeyekî vedayî bi karwaneke hêzên hevpeymana navdewletî de hat teqandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlehiya Iraqê, îro  22yê Çileyê karwaneke hêzên hevpeymanan li başûrê parêzgeha Nasiriye ya Iraqê rastî êrîşê hatiye û bombeyeke çandî pê de hatiye teqandin.

Hat diyarkirin ku bombeya çandî li nêzîkî bîra neftê ya li başûrê parêzgeha Nasiriye bi hêzên hevpeymanan de hatiye teqandin ku kelûpelên lojîstîkî yên leşkerî barkirî bûn.

Ev demeke li Iraqê êrîşên bi ser karwanên hevpeymaniya navdewletî de zêde bûne ku komên çekdarên bi ser Îranê ve bi wan êrîşan têne tohmetbarkirin.